PolîtîkRojev

Li rojavayê Kurdistanê malbatên Pêşmergeyên Roj têne tehdît kirin

ENKS di derbarê gefên çekdarên PKKê li ser malbatên Pêşmergeyên Roj daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

ENKS di daxûyaniya xwe de dibêje: Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkeriye ku ji baştirîn keç û kurên me yên rojavayê Kurdistanê pêktê. Wan ji dev welatê xwe bernedan û jiyana xwe ji bo  metirsiyên li ser welatê xwe terxan kirin. Wan gelek şer li dijê rêxistinên terörist kirin. Pêşmergeyên Roj li herêma Kurdistanê şerê li dijê teroristan de qehremaniyên mezin tomarkirin.

ENKS dibêje ku, ew balpişta siyasî ya hêzên Pêşmergeyên Rojavaye û wan ji bo ew vegerin welatê xwe û berevaniya ber xelk û welatê xwe de bikin li gel hêzên hevpeyman gelek hewldan kirin ku, mercên guncav pêkbînin.   

ENKS berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje ku, Daxwaza vegera Pêşmergeyên Roj her tim ji aliye PYDê ve hate red kirin. Dema ji bo yekrêziya kurdên rojavayê Kurdistanê di çavderiya Amerikayê de û bi garantoriya HSDê de navbera ENKSê PYDê de hevdîtin destpêkirin, cardin medya PKKê nesekinî berpirsên wan partiyan nesekinîn û êrîşê Pêşmergeyên Roj kirin.

Ji aliyek din ve medya PKKê gelek tohmet kirin stuyê wan de û derbarê pêşmergeyên Roj de dest derewan kirin. Çekdarên PKKê zextek mezin li xelk û mirovên Pêşmergeyan kir û malbatên wan tehdit kirin. Heta gefên kuştin û sirgunkirinê li malbatên Pêşmergeyan kirin.

ENKS dibêje ku;  Çekdarên PKK di bin gefên çekan de malbat neçar kirin ku bang bikin da zarokên wan ji nav refên Pêşmergeyên Roj xwe bidin aliyekî. Ew bi  awayekî erzan ku reftar û reftarên rejîmên dîktator û stemkariya li ser gelê me tîne bîra me.

Di yekrêzîya kurdên rojavayê Kurdistanê de, dosya  leşkeri û ewlehiyê gelekî giring e. Di vê dema Amerika cardin ji bo vê yeke hewldana dike helwesta medya PKKê gelekî rolek xirab dileyze.

Pêşmergeyên Roj herdem li gel hewlên hêzên Amerikî ne di vê derbarê de.

Di dawiya daxûyaniya xwe de ENKS dibêje: Di heman demê de her binpêkirin û pêşdarazî li ser qurbanîdana kurên me di nav rêzên van hêzan de şermezar dike, ku ev yek wek tawanek li dijî gelê me li Kurdistanê bi giştî tê dîtin.

Armanca van dezenfermasyon a û helwesta medya PKKê ya li dijê Pêşmergeyên Roj gelek vekiriye ku, ew dixwazin rê li hevdîtina bigrin û herweha ew peymanên hatin îmzekirin ji nav bibin.

Back to top button