Li gora nûçeya K24ê, li Qamişlo da zanîn, şeva borî Ofîsa Xwecihiya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşeke çekdarî hat, gule lê hate barandin û kelûpelên di hundirê wê de jî hatin şikandin.
Di wê derbarê de endamê Xwecihiya Dirbêsiyê yê ENKS Eşref Mela ji K24 re got: Heta niha aliyê êrşker ne hatiye naskirin û ew nikarin ti aliyekî tometbar bikin.
Diyar kir jî, civîneke wan derbarê bûyerê de heye û dê piştre daxuyaniyekê ji raya giştî re bidin.
Ev êrîş di demekê de ye, şeva borî PKKê li devera Amêdiyê êrîşî ser Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû.
Pêştir gelek caran ofîs û baregehên ENKS û partiyên di nava wê de li rojavayê Kurdistanê rastî êrîşê û girtinê dihatin, lê piştî destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî ya yekrêziya navmala Kurdî di nav ENKS û PYNKê ku partiyên Rêveberiya Xweser di nava wê de ne, ENKSê hejmarek ofîsên xwe vekiribûn.