Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din tûşî Korona bûn
Dr Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tendirustiya Rojavaya Kurdistanê ragihand dû kesên din li Heseke tûşî virusa Korona bûn.
Roja sêşemê 28.04.2020 Birêveberiya Encûmena Giştî ya Nexweşxaneya Qamişlo ragihandibû ku yekem tûşbûyê Korona li parêzgehê Heseke hatibû tomar kirin ku jineke ser 50 salî bû û di derbarê wê nexweşê de jî dibêje: “Li nexweşxaneyê hatiye razandin û tendirustiya wê başe”.
Li dawiya meha adarê li Hesekê zilameke 53 salî canê xwe ji dest da, Heyva Sora Kurdî belavkir ku bi Korona miriye, lê belê malbata wî û ew pizîşkê ku çareseriyê kiribû ragihandibû ku ew bi nexweş buye û ne hilgirê virusê Korona buye.
Li meha Nîsanê de Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê çar taqîgeh û laboratuwarên pişkinîna Koronayê ji bo Rojavayê Kurdistanê şand û heman demî de tîmekî pîsporên pizîşkî ku ji 25 kesan pêkhatibûn ji Hewlêrê ve çûne Qamişlo û pizîşkan fêr dikin û rahênana wan dikin.