Cîhan

Li Riyadê civînek ji bo piştgirîkirina aramiya li Sûriyeyê dest pê kir

Civîna Erebî û Navdewletî ya taybet bi gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê, li Riyadê, Paytexta Erebistana Siûdî dest pê kir.

Wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê, Iraq, Libnan, Urdin, Misir, Brîtanya û Almanya beşdarî civînê dibin û Amerîka û Îtalya jî li ser asta cîgirê wezîrên derve beşdar dibin.

Wekî ku pêştir hatibû ragihandin, Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt, Sekreterê Giştî yê Hevkariya Kendavê jî amade bibin Casim Mihemed El-Bidêwî û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen tevlî civînê dibin.

Rojeva sereke ya civînê, li ser gavên ku divê ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê bên avêtin, e.

Civîna îro, di berdewamiya civîna meha borî ya li bajarê Eqebe yê Urdinê de tê ku Komîteya Têkiliyan a Wezîran li ser Sûriyeyê di wê demê de ragihandibû: “Em li kêleka gelê Sûriyeyê ne, ji bo avakirina welat û parastina aramî, ewlehî û yekitiya wî.”

Back to top button