Civak
Li Qosera Mêrdînê kiryar ketina rêza Simaqê
Li navçeya Qosera bajarê Mêrdînê piştî ku medya civakî de hate belavkirin simaq dijî Korona başe, kiryarên simaqê zêde bûn û welatî ji bo kirîna simaqê rêzên dûr dirêj radiwestin heta ku simaq bikirin.
Şêxmusê Qoserî ku ev çendîn sale karê baharatê dike dide zanîn ku heta niha ewî jiyana xwe de ewqas simaq nefirotiye. Her wiha dibêje: Ez nizanim gelo raste ka dijî şewba Korona başe yan na, lê li internetê de wisa gotine û xelk jî berê xwe didin dikanên baharatfiroşan û simaqê dikirin.
Her wiha berdewamiyê de dibêje: Kîloya simaqê 25 lîreyê tirkî ye, li devera Qoser, Mêrdîn, Cizîrê û Silopiya li nava bazaran de daxwaza li ser simaqê gelek zêde bûye.