Polîtîk

Li parlamentoya Tirkiyeyê kirîza sondxwarinê

Li Tirkiyeyê, hate ragihandin ku hersê nazmedên serkeftî yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel, naxwazin hevoka “ez sond dixwim ku ezê pêbendê şoreş û prensîbên Atatûrk bibim” ya di sonda parlamenteriyê de bixwînin.

Li gor nûçeya rojnameya Milliyetê, parlamenterên sosyalîst yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ku ji aliyê BDPê ve piştgirî lê tê kirin, ji ber ku digel nêrîna wan a îdeolojîk nagunce û di nava xwe de gotinên nejadperestiyê dihewîne, naxwazin hevoka “ez sond dixwim ezê pêbendê şoreş û prensîbên Atatûrk bibim” ya di sonda parlamenteriyê de bixwînin û ev jî bûye sedema qeyranekê.

BDPê dê di civîna xwe ya dahatî ya li Diyarbekirê de hewla çareserkirina vê qeyranê û qayîlkirina Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel bide.

Ji aliyekî din ve yek ji nazmedên serkeftî yên serbixwe Layla Zana ku 20 sal berê ji ber di sonda xwe ya parlamenteriyê ya di parlamentoya Tirkiyeyê de bi kurdî gotibû “Ez vê sonda bo biratiya gelên tirk û kurd dixwim” bûbû sedema qrîzeke siyasî, li ser pirsa “gelo hûnê vê carê jî sonda xwe bi kurdî bikin an na?” got: “Gaveke bi wî rengî digel qonaxa nû nagunce. Çi fikreke min a bi wî rengî nîne.”

Back to top button