Li parlamentoya Çeçenîstanê teqîn: 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di parlamentoya Çeçenîstane de êrîşekî xwekûjî pêkhat û di êrîşê de 2 ji wan polîs 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî brîndar bûn.Serokkomarê Çeçenîstanê yê Girêdayiyê Federasyonê Rusyayê Ramazan Kadîrov da zanîn ku ew kesên ku êrîşî parlamentoyê me kirine temamê wan hatin kuştin.
Kadirov wiha berdewam kir : Ji aliyê 3 kesî ve ji avahiya parlamentoyê me êrîş hate birin û 2 polîs û 1 jî xebatkarê parlamentoyê jiyana xwe ji dest dan. Operasyon ji aliyê min ve hate organîze kirin û nêzîkî 15- 20 xulek berdewam kir û her 3 êrîşkar jî hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya Komîteya Lêpirsinê Federal a Rusyayê 4 êrîşkar ji parlamentoyê re êrîş kirin û her 4 kes jî di encama operasyonê taybetiyê de hatine kuştin û di êrîşê de 2 polîs û herî kêm 15 kes jî brîndar bûn.
Di vê navberê de Wezîrê navxweyî Rusyayê Raşîd Nurgaliyev li herêma Qafqasyayê lêkolînê dike û li paytata Çeçenîstanê Grozniyê di derhaqa êrîşê de ji berpirsyaran agahdariyê stend.