Cîhan
Li Paris DAÎŞê êrîşê kovara Charlie Hebdo kir
Li paytextê Fransa Paris kovara henekan Charlie Hebdo bû armanca êrîşek çekdar û di encam de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar hene.
Îro danê sibehê du kesên xwwdî çekên mezin êrîş birin ser avahiya Kovarê. Niha jî polis li kolanê Parisê li dûv van kesên êrîşkar ketiye.
Kovara Charlie Hebdo hinek nûçe û karîkator di derbarê îslamiyan de belav kirîbû. Niha jî karîkatorek di derbarê serokê DAÎŞê Bexdadite belav kirîbû.
Gurubên îslamî gelek cara ev kovar tehdît kirine û ji berî demekî cardin hewldana şewitandina avahiya kovarê kirîbûn.