Polîtîk

Li navê KURDİSTANÊ xwedî derkevin!

 

Wek tê zanîn 11ê Tebaxa 2013ê li Diyarbekir bi navê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê komeleyek hate avakirin. Lê dewlet navê Kurdistanê naxwaze û wezereta Navxwe ji ciwanan daxwaz dike ku navê Kurdistanê rakin. Lê Ciwan di navê Kurdistanê de israr dikin û prosesek ya dozvekirinê û dadgehê destpê dike.

Banga Ciwanên Kurdistanê:

Bang Ji Raya Giştî re

Me di 25.07.2013 de ji bo vekirina komeleya xwe ya bi navê “Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê” serî li walîlixa Diyarbekirê da. Walîlixê, di 15.08.2013 de bi agahîya Wezareta Karên Navxweyî bersîvek ji me re şand. Di bersîvê de digotin ji ber ku di navê komeleyê de “KURDISTAN” derbas dibe destûr nadin me ku em komeleyê çalak bikin. Ger em navê “KURDISTANÊ” jê dernexin, wê dozê li me vekin.

Em bang li raya giştî dikin!

Li navê KURDİSTANÊ xwedî derkevin!

Damezrênerên Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button