Civak

Li Mereşê ji bo 5.000 LT nêçîra xezalan dikin

Li bajarê Mereşa Bakûrê Kurdistanê li çarçoweya geştuguzariya nêçîrê de, ew xezalên ku li zozanan dihatin xwedî kirin û temenê xwe tije kirine, li salê çendîn carên diyarkirî de têne nêçîrkirin. Nêçîrvan jî ku berî nêçîra xezalan bike pereyek dide ew pere jî ji bo pêdiviyên gundiyên deverê tê xerckirin.

Navenda Berhemanîna Xezalan ku li sala 1983 an de li ser rêya Mereş û Andirinê hatiye damezrandin, li demsala payizê de bala nêçîrvanên xezalên sor dikşîne. Piştî ku xebatên berhemanînê encam dane, li herêma ku ji bo geştuguzariya nêçîrê hatiye avakirin, sala 2000 an de 36 xezala sor li vir xwedî kirine û niha hejmara wan bûye 300 xezal.

Li daristanê de ku xezal 30 bi 30 digerin, xezalên pîr û temendirêj jî ji aliyê nêçîrvanan ve li hember 5 hezar lîreyê Tirkî têne nêçîrkirin. 

Back to top button