Civak

Li Kurdistanê rojgirtina bazinî wê bê dîtin

Sibê yekşem 21.06.2020 nîv rojgirtin li Herêma Kurdistanê da rûdide û di derbarê temaşekirina rojê ya di dema girtinê de keşnasiya Kurdistanê hişyariyê dide welatiyan ku ziyanê bi wan digihîne.

Birêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdheja Kurdistanê ragihand: “Çavkaniyên feleknasiyê ji mej ve balê kişandine li ser rûdana rojgirtina bazneyî ku li roja yekşemê 21.06.2020 rûdide. Ew welatên rojgirtina bazinî bi tevahî dibînin ewin ku destpêkê de li Kongo ya Efrîqa paşê vedikêşê ser Efrîqa navîn, Başûrê Sûdan, Etyopya, Erîtîrya, Yemen, Oman, Pakîstan, Hîndîstann Nepal, Çîn, Taywan paşê jî sih û sêbera heyvê dikeve nava deryaya Çînê û paşê jî li nav Zerya ya Aram da bi dawî dibe.

Li daxuyaniya Keşnasiya Kurdistanê de hatiye gotin: “Ew welatên wekî me rojgirtina nîvî dibînin gelek zêdene, lê belê ewên li ser rêya me ne pêkhatine ji Nîjer, Çad, Başûrê Lîbya, Misir, Filistîn, Urdin, Lubnan, Sûriye, Kurdistan, Bakûrê Îran, tirkmenîstan, Ozbekîstan, Başûrê Kazakîstan, Mongolîstan, Bakûrê Rojhilata Çînê û her dû Koriya Bakûr û Başûr û Japonya”.

Her wiha eve jî daye zanîn ku “Bi pêwîst dizanîn ku hişyariyê bidîn welatiyên ezîz ku bi tu awayekê hewl nedin raste rast li rêya (teleskop û dûrbîn û kamêra) li her demekê da temaşe rojê nekin. ji ber ku yekser ziyanê raste rast bi çavan digihîne û dibê sedema korbûna demkî yan herdemî yan jî dibê sedema ji destdana karîna bînîna çavan. Ji ber wê yekê pêwîste fîlterê taybet bi rojê bê bikaranîn û yan jî berçavka rojê bikarbînin ku mixabin ev dû babete li Herêma Kurdistanê da destnakevin. Her wiha bikaranîna mobaila ku girêdayî dûrbînê yan teleskopê be dibê sedema şewitandina kameraya mobail yan ziyaneke mezin pêdigihîne helbet eger fîlter neyê bikaranîn.

Back to top button