Polîtîk

Li Kurdistanê nêzîkî 500 hezar penaber hene

Îro pênçşem 13.03.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Peter Maurer Serokê Komîteya Navdewletiya Xaça Sor û şandekî li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serokê Komîteya Navdewletiya Xaça Sor xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê ragihand û ji bo rexsandina vê derfetê spasiya Serok Barzanî kirin. Her wiha spas û pêzanînên Komîteya Navdewletiya Xaça Sor ya ji bo wan hevkariyên ku li çalakiyên Komîteya wan ya li Herêma Kurdistanê tê kirin bo Herêma Kurdistanê ragihand ku wan wekî Komîteya Navdewletiya Xaça Sor wan hêsankarî û hevkariyên ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ji bo encamdana çalakiyên wan bi taybetî bi serdankirina bendîxaneyan de pêşkêşî wan tê kirin bi nimûneyekî bê hempa dizanin û ji bo eve jî destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Her wiha ragihandin ku dema ew wan pêşketin û hevkariyên Herêma Kurdistanê dibînin hêviya wan zêdetir dibe ku bikarin wan pêşketinan li seranserê Iraqê de li xwe bigre.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Komîteya Navdewletiya Xaça Sor sersamiya xwe bi wê yekê derbirî ku Herêma Kurdistanê li wê navçeya nearam û pir kêşe da kariye aram bê û li pêşketinê de berdewam bibe. 

Her li vê hevdîtinê de Serokê Komîteya Navdewletiya Xaça Sor behsa wan hewlên Herêma Kurdistanê yên bi dengve hatin û hewandina penaberên Sûriye û koçberên navxweya Iraqê kir û amadehiya Komîteya Navdewletiya Xaça Sor xisterû ji bo ku hewlên her dû aliyan temamkerê hevdû bin. Bi taybetî jî li warê yekxistina wan malbatên penaberên bi sedema şer ve belav bûne û ji hevdû hatine veqetandin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serokê Komîteya Navdewletiya Xaça Sor û şanda li gel kir û xweşhaliya xwe li wê yekê derbirî ku Komîteya Navdewletiya Xaça Sor behsa alîkariya hevkariya Saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û ragihand ku Herêma Kurdistanê bi xweşhaliyê ve pêşwaziyê li pêşniyar û raspardeyên Komîteya Navdewletiya Xaça Sor dike bo ku her kêmasiyek hebê bêne rast kirin. Her wiha ragihand ku gelê Kurdistanê gelek nexweşî û êş û janê dîtiye lê belê li gel wê yekê jî li lêborîniyê da kêm wênene.

Di derbarê rewşa penaber û koçberan jî Serok Barzanî ragihand ku niha nêzîkî 250 hezar penaber ji Sûriyê ve hatine nav Herêma Kurdistanê, her wiha berî wan jî nêzîkî 220 hezar koçber ji bajarên Iraqê ve hatine Herêma Kurdistanê. Eve ji bilî zêdetirê 26 hezar malbatên mesîhî ku ji bo parastina canê xwe ji navçeyên Iraqê ve hatine Herêma Kurdistanê. Ew hejmara zêde jî giraniyeke mezin xistiye ser Herêma Kurdistanê, lê belê hevkarî kirina wan de me bi erkê xwe yê mirovî û nîştîmanî zaniye.

Li mijareke dinê hevdîtinê de pêşhatên Iraq û Sûriye û navçeyê hate nirxandin û li vî derbarî de guftûgoyê kirin. 

Back to top button