Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê daxûyakirin ku, ji ber berf û sermayê heta dawiya vê mehê bêhnvedan e.
Wezîrê perwerdeya Kurdistanê, Alan Heme Seîd îşev di daxuyaniyekê de ragehand, ji ber berf û sermayê û bi armanca parastina silametiya jiyana mamosta û şagirdan, biryar hat dayîn li tevahiya navendên xwendinê, hikûmî û taybet, heta roja 30 vê mehê bêhnvedan be.
Wezîr daye zanîn jî, roja 31 vê mehê ku dike roja duşemê, dewam dest pê dike.
Bi gotina wezîrê perwerdê, ewê bo qerebûkirina wan rojên ku ji dest çûne, guhertinê di salnameya xwendinê de bikin.