CîhanRojev

WHO pesnê rola Mesrûr Barzanî dide

Rêxistina Tendurîstiya Cîhanê(WHO) helwesta serokwezîrê herêma Kurdistanê di derbarê tedbîrên metirsîyên Koronayê de girîng dinirxîne.

Şandeyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê di konferaseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand, “Mesrûr Barzanî bi berdewam hevkar bû di gihandina xizmetguzariyan ji welatiyên Herêma Kurdistanê”

Şandeyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê got: “Em ligel şandeke mezin û girîng a Rêxistina Tendirustiya Cîhanê hatine. Îro sê peyamên me hene, ya yekem ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna vê pandemiyê de, karekî mezin encam daye , ne ku her ew jî, lê belê niha kariye yekem haleta Omicronê li Herêmê bibîne, ev jî tê wateya ku tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî bûye di dîtina vê cureya guhartî ya Koronayê de.

Diyar kir jî, duyem tîma tendirustî ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cîhanê karîne bi hev re kar bikin, ji bo pêşxistina sîstema tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî. Sêyem jî, ji heyama du salan ve, hevahengiya baş di navbera Wezareta Tendirustiyê û tîma Rêxistina Tendirustiya Cîhanê heye. Em dizanin ku ev pandemî bi dawî nehatiye, lê em bi hev re bihêz in û dikarin rûbirûya wê bibin.

Got jî: Dixwazim bi taybetî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bikim ku bi berdewamî hevkar bû di gihandina xizmetguzaran bp welatiyên Herêma Kurdistanê. Spasiya Wezîrê Tendirustiyê jî dikim bo vê hevahengiya baş ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanê.

Back to top button