Civak
Li Kurdistanê 48 rojnamevan tûşî Korona bûne

Li gor amareke Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê heta niha 48 rojnamevan li Başûrê Kurdistanê tûşî virusa Korona bûne û yek ji wan jî canê xwe ji dest daye.
Azad Heme Emîn Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ragihand, heta niha 48 rojnamevan li Herêma Kurdistanê tûşî virusa Korona bûne û yek ji wan jî li parêzgeha Silêmaniyê canê xwe ji dest daye. Lê belê tendirustiya ewên başe.
Li gor zanyariyên Azad Heme Emîn hejmarek rojnamevanên din jî bi gûmana tûşbûna Korona pişkinîn ji bo wan hatiye kirin, lê belê heta niha encama pişkinînên wan eşkere nebûne.