Civak

Li Kurdistanê 17.000 ajal hatin serjêkirin

Li cejna qurbana îsal de li Kurdistanê zêdetirê 17 hezar ajal li kuştargeha navendî ya bajaran hatin serjêkirin.

Li gor amarekî Birêvebiriya Giştî ya Samanê Ajel û Veterînerî, li yek heftiyê da (sê rojên berî cejn û çar rojên cejna qurbana pîroz) da, û bi tenê li kuştargehên ajalî ya li navenda bajarên (Hewlêr, Silêmanî û Dihokê) zêdetirê (14) hezar ajalên biçûk û nêzîkî (3) hezar yên mezin hatin serjê kirin.

Dr. Azad Xoşnaw Pizîşkê Veterînerî Şêwirmend û Birêvebirê Ragihandinê ya Samanê Ajal û Veterîneriyê got: Li (sê rojên berî cejn û çar rojên cejna qurbana pîroz) da û li hemû kuştargehên Herêma Kurdistanê yên li navenda bajaran zêdetirê (14) hezar ajalên biçûk û nêzîkî (3) hezar ajalên mezin hatine serjêkirin, eve ji bilî serbirîna ajalekî zêdeyê cûr bi cûr wekî qurbanî ku ji aliyê welatiyan ve li malên xwe de hatine serjêkirin ku heta niha amarên wan negihiştine destên me.

Back to top button