Li Kobanê herkes bi awayekî şer dike
Li Kobanê şerek dijwar heye. Ji bo Kobanê nekeve hemû hêz û aliyên siyasî bê ku tu cudabûnê bikin pişta YPG digrin. Mixabin heta niha jî PKK rê nade ku çekdarên PDK-S bikeve axa Kurditana Rojava.
Lê nabe ev yek bibe sedemê şer nekirina grub û hêzên din yê partiyên Kurdistana Rojava.Di vê konaxê de siyaseta PKKê çikas xirab e, çikas ku ew nexwazin rê bidin aliyên din û herweha berpirsên PKKê çikas daxuyaniyên ne di cih de bidin bila bidin. Ev hemû nabe sedemek ku mirov wek kurdekî di parastina Kobanê de rolê xwe yê pêwist neleyze.
Li Kobanê xelkek welatparêz çek rakirine û bergiriya axa xwe dikin.
Roja DAÎŞ êrîş bir ser Kobanê serokê Kurdistanê di cih de helwesta xwe diyarkir. got: Kobanê şerefa Kurdana divê bê parastin.
Ji Kurdistana Başûr Dezgehê Xwêrxaziya Barzanî arîkariyek mirovatî li himber hemû astengan gihand Kobanê. Heyetek ji ofîsa Nêçîrvan Barzanî li Kobanê ye ji bo hemû cureyê arîkariyê.
Partiyên Kurdistana Rojava amadebûna xwe ji bo parstina Kobanê dane xuyakirin. Herweha çekdarên hinek partiyên Kurdistana Rojava li himber hemû astengan hewldidin xwe bighînin Kobanê, da ku li dijê DAÎŞ şer bikin.
Baş tê zanîn ku di tebîetê xwe de pêwendiyek di navbera Pêşmerge û YPGê yên li Kobanê şer dike pêkhatiye. Gelek caran YPG koardînata didin pêşmerge û ew berê balefirên Amerikî didin devera Kobanê da DAÎŞê topbaran bikin.
Lê tu kes parastin û pişgiriya Kobanê nake malzemeyek siyasî ji bo propagandeyên pûç. Koban dikare hemû hesabên siyasî vale derêxe û bibe sembola parastina xaka Kurdistanê li ser bingehek netewî.