Civak

Li Kirmaşanê 7 kesan hatin darvekirin

Li bajarê Rojhilata Kurdistan Kermanşanê 7 kes ji ber sucê bêhişkerî bi hev re hatin darvekirin. Kesekî dî jî li Sîstanê Balucîsta hate darvekirin.

Li gor Ajansa Nûçe ya Farsê Dadgerê bajarê Rojhilata Kurdistanê Mujteba Melekiya daxwaza redkirina îdamên 7 firoşkarên bêhîşker red kir û îro înfazê wan pêkanîn.

Dadger Mujteba Melekiya li ser fermana Dadgeha Şoreş ya Cezayên Îdamê û Wezaretê Dadê di zindana navendê de înfaza wan pêk aniye.

Kesekî dî jî li Parezgeha Sîstanê Belucîstan hate îdam kirin. Hate diyarkirin ku kesê ku hatiye îdam kirin Bahman Rigiye û ji ber sucên kujerî û moharebeyê hatîbû tawanbarkirin. Hate ragihandin ku Rigi jî li zindana navendî ya bajarê Zahêdanê hatiye îdam kirin.

Ji serê salê heta niha li Îranê herî kêm 12 kesan hatin îdam kirin. Îran li cihanê yek ji mezintirîn welatê îdamêye. Darizandin jî ne li gorî dadê ye û kesên girtî jî piştî darizandenekî 3- 4 deqîqa tên îdamkirin.

Back to top button