Civak

Li Kerkûkê zimanê Kurdî dibe fermî

Hat ragihandin ku wê zimanê Kurdî li Kerkûkê û li hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê wek zimanê fermî bê bikaranîn.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah, bi daxuyaniyekê da zanîn û got: “Encûmena wezîrên Iraqê bersiva daxwaznameya ku me di (28.02.2023) de pêşkêş kiribû da û pesend kir ku wê zimanê Kurdî wek zimanê fermî di saziyên dewletê yên hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê de bê bikaranîn ”. 

Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Emê hewl bidin ku li gor destûra Iraqê di zûtirîn dem û di hemû waran de zimanê Kurdî wek zimanê fermî bê bikaranîn“.

 

 

 

Back to top button