Polîtîk

Li Kerkûkê ji derveyî ala Iraqê hemû alên din hatin qedexekirin

Li dibistanên Kerkûkê ji derveyî ala Iraqê hemû alên din hatin qedexekirin.

Di hilbijartinên Kerkûkê de Kurdan winda kir. Ji ber nakokî û berberiya navxweyî, Kurd bi yek lîsteyê neketin hilbijartinê û Kerkûk radestî Ereban kirin. Parçebûn û nakokîyên partîtiyê hişt ku Kerkûk cara duyemîn ji Ereban re bê pêşkêşkirin û evê yekê dûrişma “Kerkûk dilê Kurdistan e” têk bir. Heger Kurd bi yek lîsteyê û bi hest û hişmendiyek netewî ketibûna hilbijartinê, hem wê karîbûna walîyekî Kurd hilbijartina, hem jî ala Kurdistanê li ser bircên Kerkûkê daçikandina. Lê mixabin Kerkûk radestî Ereb, Tirk û Farisan kirin û fersendek din ji destên xwe revandin.

Midûriyeta Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê ragihand ku ji derveyî ala Iraqê bikaranîna alên din hatiye qedexekirin.  

Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê têkildarî biryarê nameyek fermî ji rêveberan re şand. 

Di nameya fermî de hatiye gotin ku “rakirina her ala ne-Iraqî li ser dibistanên Kerkûkê binpêkirinek tê hesibandin û binpêkirin wê bibe sedema çalakiya dadweriyê”. 

Name ji hemû saziyên îdarî yên ji perwerdeyê berpirsyar hatiye şandin û tê de hatiye gotin ku “li dibistanan ji bilî ala Iraqê hildana alek din qedexe ye”.

Back to top button