Civak

Li Kerkûkê bi hezaran hebên narkotîkê hatin şewitandin

Bikaranîn û bazirganiya narkotîk û maddeyên hişbir li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûye pirsgirêkek mezin. Bazirganiya ku ji Afganistan, Îran û Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê û Iraqê dibe, bandorek xirab li ferdên civakê dike. Bi taybet ev yek li Başûrê Kurdistanê wek parçeyek ji şerê taybet li dijî civaka Kurd tê bikaranîn da ku keç û xortên Kurd ji kesayet û hişmendiya xwe ya netewî dûr bixin.

Nêzîkî 15 ton hebên narkotîkê yên ku li bajarê Kerkûkê hatin desteserkirin, hatin şewitandin.

Rêveberiya Tenduristiya Kerkûkê di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gor daxuyaniyê, 15 ton hebên narkotîkê yên ku di operasyonên polîsên Kerkûkê û rêveberiya şaxê madeyên hişber de hatibûn desteserkirin, di bin çavdêriya komîsyona ku ji aliyê Rêveberiya Tendirustiyê ve hatibû avakirin, hatin jinavbirin.

Têkbirina tiryakê li qadek bi qasî 13 kîlometre dûrî navenda bajêr hat kirin. Hat diyarkirin ku evqas madeyên hişber yekem car e li Kerkûkê hatiye îmhakirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button