Li Kerkûk û deverên din PDK hilbijartinan boykot dike
Civata serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyanê biryara boykotkirina hilbijartinan li Kerkûk û hemû deverên kurdistaniyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê da û dibêje:- Kerkûk û deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di bin dagîkirina leşkerî de ne û ew dever ne aram in. Li gor beyanameya civata serakatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, ew bi tu awayî beşdariyê di hilbijartinên parlamnetoya Îraqê li Kerkûk û deverên kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê nakin û bi timamî biryara boykotkirina hilbijartinê daye:- Em weke PDK di wê baweriyê de ne ku Kerkûk û deverên din yên kurdistniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dibin dagîrkirina leşkerî de ne û em şeriyetê bi dagîkariyê nadin û prosesa hilbijartinê boykot dikin. Em daxwazê ji cemawerê kurdperwerê Kerkûk û deverên din dikin hilbijartinê boykot bikin li hember dagîrkeran helwest werbigirin.