Li Îzmîrê şewata daristanê: Gund têne valekirin
Ji şewata daristanê ya ku di navbera navçeyên Gaziemir û Buca yên Îzmîrê de derketî li himber hemû awayê midexeleyê gur dibe Herêm ji ajalan û ji mêşên hingivî hate valekirin. Gelek cihan agir heta 100 metreyî nêzikî avahiya bûye û xelk terka malên xwe dikin.
Li gorî nûçeya medya Tirkî, ji bo midaxelekirina şewata ku li daristanê derketiye, 7 balafir, 16 helîkopter, 35 sprinkl, 11 wesayîtên avê, 4 dozer, 4 ekîbên bejayî û gelek îtfaiyeyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan hatin sewqkirin.
Ji bo kontrolkirina şewatê 5 helîkopterên Fermandariya Hêzên Bejayî û TOMAyên girêdayî Midûriyeta Şaxa Lezgîn a Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Îzmîrê jî arikariyê dikin.
Li hinek taxan ji bo tedbîrê elektrik hate qut kirin.
Ekîbên polês û cendirmeyan ji ber şewata avahiyên ku di xeteriyê de ne vala kirin.
Ji bo şewat negihe malan Midûriyeta Herêmê ya Daristanê û wesayîtên îtfaiye û TOMAyan di navbera şewat û xaniyan de bend danîn.