Serokwezîrê Îsrail Benjamin Netanyahu wek kesê yekem derziya êşa koronayê li xwe da. Netanyahu 71 saliye û Vacsîna Pfizer-Biontech li xwe da.
Herweha hukumeta Îsrail biryar girt ku herkesek ji welatek din vegere Îsrail dive 14 rojan di karantinayê de bimîne.
Yek ji wan welatên ku di heyama derbasbûyî de hejmareke berçav a geştyarên Îsraîlî berî xwe danê, Îmarat û barajê Dubayî bû.
Rojnameya Jerusalem Post aşkere kir, ew hemwelatiyên ku dê ji Îmaratê vegerin, dê bên kerentînkirin, ji ber ku ew welat ji polênbendiya “Kesk” bo ya “Sor” hat bilindkirin.
Herwiha wê rojnameyê ragihand, bi dehan Îsraîlî ku niha li Dubayiyê ne, tûşî Coronayê bûne û niha di bin kerentînê de ne.
Heta niha li Îsraîlê 370 hezar tûşbûyên bi Coronayê hatine ragihandin û hejmara qurbaniyên wê vîrusê jî 3 hezar kes derbas kiriye.