Civak

Li Îslahiyeya Dîlokê qeza: 8 mirî, 11 birîndar

Li Îslahiyeya navçeya îlokê mînîbus û mîksera betonê li hev qelibîn. Li gor tesbîtên ewil di qezayê de 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Qeza danê nîvro li ser rêya Îslahiye-Hatayê li pêk hat. Mînîbusa ku ber bi Hatayê ve diçû li mîksera betonê li hev qelibîn.

Mînîbusa ku ji ber tesîra qezayê qulibî, ket xwarê. Li ser agahiya kesên qeza dîtin gelek ekîbên tenduristiyê, agirkuj û polîsan sewqî cihê bûyerê kirin. Li gor tesbîtên ewil di qezayê de 8 kesên di mînîbusê de jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Lêkolîna ekîban li cihê bûyerê dewam dike.

Back to top button