Civak
Li Iraqê serkirdeyekî terorîstên Da’îşê destgîr kirin
Dezgeha Hewalgiriya(îstîxbarat) serbaziya Iraqê îro 04.05.2020 dûşem ragihand, serkirdeyekî çekdarên Da’îş li Musilê destgîr kirine. Li gor daxuyaniyeke Dezgeha Hewalgiriya Iraqê hêzên hewalgiriyên serbazî yek ji serkirdeyên rêxistina terorîstiya Da’îş li nav konên Cideî ya taybet bi koçberên parêzgeha Nînowayê destgîr kirine.
Li dawiya daxuyaniyê de di derbarê navê wî serkirdeyê Da’îş de hatiye ku “Ew terorîst navê wî Ebu Hacere û serpereştiya çendîn karên terorîstî kiriye”.
Heman demî de îro dû terorîstên Da’îş piştî ku ji aliyê hêzên emnî yên Iraqê ve hatibûn dorpêç kirin li mizgefta gundê El Medhem ya ser bi bajarê Hedîse ya li parêzgeja Enbar xwe teqandin ku ziyanê canî ji bo xelk û hêzên Iraqê pê nebû.