Li Iraqê hilbijartina parêzgehan girîng e, lê li Kerkukê girîngtir e
Li Kerkukê bi rêya hilbijartinê ne, bi rêya ne demokratîk û riya nîjadperestî û baasî waliyêkî nîjadperest hat şandin û hat serê Kerkukê.

Îbrahîm GUÇLU
Dereng be jî li Iraqê biryar hat dayin ku li parêzgehan hilbijartin çê bibin; waliyê parêzgehan û endamên Meclîsa Parêzgehan bê hilbijartin. Ev biryareke gelek girîng bû. Nûha jî pêvajoya hilbijartina parêzgehan dest pê kiriye. Ev proseske gelek demokratîk e. Gelê parêzgehan waliyên xwe û endamên Meclîsa Parêzgeha xwe hidibijêrin. Piştî hilbijartinê qedere parêzgehan di bin dest û îradeya waliyên hatine hilbijartin û Meclîsa parêzgehan de be.
Loma jî, ji bona ku di hilbijartinên parêzgehan de encamên demokratîk bên girtin û îradeya gel di hilbijartinê de cî bı cî bibe, divê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û burokrasiya Iraqê ya nîjadperest destwerdana hilbijartina nekin. Hilbijartina parêzgehan bi awa û dîmeneke demokratîk bimeşin û encam bên girtin.
Şik tune ye ku wek heta nûha çewa ku li bajar û parêzgehên Kurdistanê gel waliyê parêzgehê kurdek hilbijartine, Meclîsa Prazgehê ji hemû Kurdistaniyên neteweyên cûda yên parêzgehê hilbijartine, di vê hilbijartinê de jî dê ew encama bê girtin. Lê waliyê parêzgehan kurd be û ji partiyên cûda û an jî Kurdistanî be bi giştî ferqek tune ye, ew serkeftina Kurdistaniyan e. Li parêzgehên Kurdistanê. Kurdistanî dê li parêzgehên xwe bi awayekjî demokratîk xwe birêvebibin.
Lê Kerkuk xwediyê taybetiyekê ye. Divê ku waliyê Kerkukê mitleqa kurd be û endamê PDKê be.
Loma li Kurdistanê hilbijartina Parêzgeha Kerkukê hîn girîngbtir û hîn jî taybet e. Taybetbûna wê piştî 18ê Cotmeha 2017an derket holê. Di wê dîrok û rojê de li Kerkukê taritî çê bû. Kerkuk bi tîfaqa Çar dewletên kolonytalîst û hevkariya xiyatkarên kurd yên hevalbendên PKKê, YNKê, Goranê hat îşgal kirin.
Piştî îşgala Kerkukê, li Kerkukê terora dewletê û terora rêxistinan, kurd kirin armanc, bi taybetî jî endam û hevalbêndên PDKê kirin armanc. Li Kerkukê bi rêya hilbijartinê ne, bi rêya ne demokratîk û riya nîjadperestî û baasî waliyêkî nîjadperest hat şandin û hat serê Kerkukê.
Hemû teserrûf û kareên walî li dijî hêjayiyên Kurd û Kurdistanê bû û ji bona erebkirina Kerkukê xebateke xurt ya nîjadperestî hat domandin. Ala Kurdistanê hat qedexe kirin. Zimanê kurdî hat qedexe kirin. Gundiyên kurd ji gundên wan hatin qewirandin.
Li Kerkukê beregehên PDKê û dezgehên wan qedexe hatin kirin. Miftê li deriyê wanhat xistin.
PDKê jî, ji bona ku ew rewşa li Kerkukê rewa û însanî û demokratîk nedît, xebata xwe li Kerkukê da sekinandin. Vê helwestê gorî baweriya min zirare mezintir da Kerkukê û Kurdistanê. Kerkluk bêxwedî ma. Ji bona Hikûmeta Navendî, waliyê nîjadperest, rêxistinên terorîst yên wek PKKê Haşdî Şabî li dijî kurdan û PDKê, derfet çêbûn ku xirabiyên mezin bikin.
Beriya ku hilbijartina parêzgehan PDKê biryar da ku bê li Kerkukê bi cî bibe. Daxwaza Kerkukiyan bi piranî jî ew bû. Ev biryara PDKê, hesabên dijminên Kurd û Kurdistanê tevlihev û denklema siyasî û civakî guhert. Li hemberî PDKê ereban, Tirkmenên nîjadperest, rêxistina PKKê, Haşdî Şabî, beşek YNKêyiyan, waliyê nîjadperest dest bi çalakiyan û xwepêşandinê terorî kirin. Di çalakiyan de encama êrişkeriyên nîjadperestî xwîna xort û ciwanên Kurdistanê rijiyan.
Lewra dijminên kurdan û Kurdistanê, dijminên hêjayiyên neteweyî yên Kurd-Kurdistanê baş dizanîn ku dema ku PDKê jinûve beregehên xwe li Kerkukê ava bike, demografiya siyasî û civakî û neteweyî tê guhertin, xelk li derûdora PDKê dicive. Ev jî, ji bona nîjadperest û dijminêmn Kurd-Kurdistanê tirsek û darbeyeke mezin e.
Ew tirsa dijminên kurdan û Kerkukê mezintir dibe. Lewra piştî ku PDKê çû Kerkukê, Ala Kurdistanê hat bilind kirin, nirxên neteweyî derket qolanan, zimanê kurdî zînde bû, gel li derdora PDKê civiya, gelek berpirsiuyar û qedroyên YNBKê yên bi navûdeng beşdarî PDKê dibin, wek endam ji bo hilbijartinê xebat dikin.
Loma li Kerkukê hilbijartin taybet û girîngtir e û divê Kurd hilbijartinê qezenç bikin û walî jî kurd be û endamê PDKê be.
Dijminên Kurd-Kurdistanê li Kerkukê, ji bona dê hilbijartinê wenda bikin, dixwazin ku hilbijartinê paşve bixin. Lê PDKê li hemberî vê helwestê bi xurtî radiwestê û ji bona ku hilbijartina parêzgehê di dema xwe de bê li darxistin, hewildaneke xurt dimeşîne.
Dema kurdan li Kerkukê hilbijartina parêzgehê qezenç kir, ji bona xala 140.emîn ya referandûma Kerkukê derfet çê dibe, Wek refêrandûmê dibe. Di hemandem de ji bona rojanekirina Encama Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê jî derfetan pêk tîne.
Carek din li Iraqê, li Rojhelatê Navîn, li dinyayê û li hemû dewletên kolonyalîst dê diyar bibe ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye.
Diyarbekîr, 09. 12. 2023