Cîhan

Li Iraqê hemû nawendên hilbijartinê armanca êrîşên me ye

Berdevkê DAÎŞê Ebu Hasan El Muhacir roja yekşembê peyamek bi deng belav kir û di peyama xwe de bangî Suneyên Iraqê dike û dibêje: Roja dengdanê ji bo parlementoya Iraqê neçin ser sendoqa û dengên xwe nedin.Berdevkê DAÎŞê dide xûyakirin ku dê hemû nawendên hilbijartinan li Iraqê bibin armanca êrîşên me.Heman nûçeyê kovara DAÎŞê ya hefteyane Al Naba de jî cih girtîbû.DAÎŞ dide xuyakirin ku, berendam, dengdar û berpirs hemû dê bibin armanca êrîşên me.Di heman peyamê de rexneyên mezin li Amerika têne girtin.Lê berdevkê rêxistinê ji şervanên xwe dixwaze ku berê xwe behtir bidin Rusya û Îranê.Li gora pisporan ji meha Îlona sala 2017ê ve , ev cara ewile ku peyamek ji devê berpisên DAÎŞê tê ragihandin.

Back to top button