Cîhan
Li Iraqê êrîşê bingehê Amerîkî kirin
Bingehek mezin a Amerikayê li bajarê Ambarê heye. Şevîdin hinek aliyên nenas bi fûzeyan êrîşê bingeha Amerikî kirin. Li gora agahdariyên medyayê kesek di vê êrîşê de nebûye qurbanî.
Li gora wezereta bergiriya Iraqê dide xûyakirin, 5 roket ketine di nava bingehê leşkeri yê Amerikayê, lê ew nizanin ev êrîş ji aliye kîve hatiye kirin.
Bingehê Amerikayê li devera Ambarê li balefirxaneya Aynil Esed dimîne û 5 heta 10 hezar eskerên Amerikî lê dimînin. Dema şerê DAÎŞê de ji bo arikariya hêzên Iraqê ev esker li vî bingehî cih bûne.
Tê zanîn ku di van demen dawî de Heşda Şeibî jî naxwze hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin û doza derketina wan ji axa Iraqê dikin.
Ihtimala çekdarên Daîşê yan jê Heşda Şeibî roket avêtibin bingehê Amerikî heye.