Li Iraqê 8 endamên El Qaîde darve kirin

Wezareta Dad ya Iraqê ragihand ku wan 8 kesên endamên rêxistina terorîstiya El Qaîde darve kirine. 

Li gor beyannameyeke Wezareta Dad ya Iraqê navê wan 8 kesên ku hatine darvekirin belavkiriye ku heşt endamên rêxistina terorîstiya El Qaîde bi tometên cûda cûda darve kiriye. 

Her wiha li vê beyannameyê de Wezareta Dad ya Iraqê eve jî xistiye rû ku wan kesan tawana xwe qebul kiriye. Tawana wan kesan jî ji kuştin û danîna bombe û encamdana çendîn teqînên li herêmên cûda cûdayên Iraqê bû.

Nerîna min :