CîhanRojev

Li Îranê tevahî 55.748 kesî ji bo Coronayê jiyana xwe ji dest daye..

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hatî belavkirin de,eşkere dike ku, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê jiyana xwe ji dest dane bûye 55 hezar û 748 kes. Herweha hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 255 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîneka çapemeniyê li darxist û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 98 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 55 hezar û 748 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 255 hezaran.

Back to top button