CivakRojev

Li Îlama Rojhilata Kurdistanê teqîneke mezin rûda

Li bajaroka Çardawilî ya ser li parêzgeha Îlama Rojhilata Kurdistanê teqîneke mezin rûda.

Cîgirê Parêzgerê Îlam yê karubarê emnî dibêje: Ji ber bûtlekê gazê(tupê gazê) ya 800 kîloyî bûye. Mihemed Kerîmyan Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Îlamê jî dibêje 217 kes birîndarbûn û birîna 106 kes ji wan birînên wan girane.

Qasim Silêmanî Deştekî parêzgerê Îlamê fermana hawarçûna bi lez derxistiye û dehan tîmên hawarçûnê li Kirmaşan û Îlamê çûne cihê rûdanê. Qaymeqamê Çardawil balkişandiye li ser wê yekê ku ew bûtilê gazê ku teqiye gaza Clor buye û ji ber wê yekê jî xelk bi jehrî bûne.

Back to top button