CîhanRojev

Îmarat Balyozxaneya welatê xwe li Îsraîlê vedike

Berpirsekî bilindê Îmaratî dibêje welatê wan li navbera van sê heta pênç mehên bê, Balyozxaneya Îmarat li Îsraîlê vedike.

Rojnameya Îsraîlî (Israel Today) ya bi zimanî Îbrî belav kiriye ku wê zanyariyê li ser zimanê çavkaniyeke eşkere belav kiriye ku dibêje ew berpirsekî Wezareta Derveya Îmarate.

Li gor rojnameyê berpirsê Îmaratî gotiye: “Em bawerin Îsraîlî dikarin daxwaza vîze bikin ji wê Balyozxaneya Îmaratê ku li demeke sê heta pênç mêhên pêş de li Îsraîlê tê vekirin”.

Back to top button