Cîhan

Li Idlibê Rusya û Tirkiye grubên terorist destnîşan dikin

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di daxûyaniyek rojnemevanî de ragihand ku, dê Rusya û Tirkiye bihevre grubên terorist li devera Idlibê destnîşan bikin û wan ji deverê derêxin da ku herêmek bê çek werê pêkanîn.Rusya Tirkiye bi awayekî mecbûrê vê yekê kir. Ji ber ku ji berî niha gelek grubên ku îro Rusya wan wek terorist dibîne ji aliyê Tirkiye ve wek terorist nedihatin dîtin û heta arikariya wan gruban dihat kirin.Ji berî niha Rusya û Tirkiye di derbarê pirsgirêka Idlibê de li hev kirîbûn. Niha Amerika behsa Bakurê Suriye û Rojhilatê Firatê dike û ev yek jî ne bi keyfa Rusyaye. Heta radeyekî Tirkiye bawere ku bi hevkariya Rusya rê li ber YPG/HDS bigre. Lê HSD ji niha ve xwe amade dikin ku bibin beşek ji hêzên rejimaSuriye. Li vê derê helwesta Amerika û taybetî rewşa ENKSê dî rolek berbiçav bileyze. Ev yek dikare pirsa Kurd yekalî bike.

Back to top button