CîhanRojev

Li Idlibê êrîşê artêşa Tirkiye kirin kuştiyek û 4 birîndar ..

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xûyakirin ku, li Suriye devera idlibê êrîşê karwanekî eskerî hatiye kirin û di encam de efserek hatiye kuştin û 4 jî birîndarin. Wezaret dibêje ku, dema karwaneka artêşa Tirkiye li devera bajarê Idlibê di rê de diçû,bi fûzeyan êrîş kirine , Tirkiye dibêje ku di cih de bersiva êrîşê hatiye dayîn.

Di van demên dawî de taybetî li devera idlibê milîsên rejima Suriye êrîşa tînin li ser binghên Tirkiye û Tirkiye mecbûr mayê gelek bingehên xwe yêb çavderiyê vale kirine û niha jî roj bi roj ber bi tixûbê Tirkiye ve xwe didin aliyekî.

Her çikas peymanek navbera Rusya û Tirkiye de hebê jî, Rusya li himber êrîşên ser bingehên Tirkiye bê deng dimîne. Heta hinek caran Rusya bi xwe jî êrîşê gurubên çekdar ên hevalbendên Tirkiye dike.

Back to top button