Nivîsar

Li himber siyaseta PKKê erka netewî çibe em wê dikin

Hinek kes rexne li malpera Rojevakurd dikin û dibêjin ku, Rojevakurd gelek behsa PKKê dike û wek ku tu pirsgirêkek din tüneye li ser PKKê disekinin û ev yek ne başe û carna dikeve di xizmeta dijmin de jî. Bê guman piştî demek dirêj, me pêwîst dît ku em di derbarê van rexneyan de bersivekî bidin. Ji ber ku ev rexneyek du aliye, ji rexnê bêhtir tawanbariyek e.

Gelek cara dema em behsa PKKê dikin, sedemên vê yeke jî dibêjin. Ji berî her tiştekî çend xal hene ji bo me gelek girîng e.

Yekemîn destkevtiya başûrê Kurdistanê ye. Îro li gel gelek rexneya û kêmasiyan jî Kurdistana Başûr destkevtina herî mezine di sedala dawî de ku, Kurda destve aniye. Başûrê Kurdistanê bûye hêviyek ku Kurda ber bi dewletbûnê ve bibe. Ev yek ji bo me û  bo xeta siyasî ku em li se weşanê dikin gelekî girînge û pirsa bingehîne. Em wê baweriyê de ne ku heta Kurd bi awayekî nebin dewlet herdemî mehkûmê tûkçûnê ne. Tişta ku bibe demana mayina Kurda dewletbûne.

Ji berî her tiştekî PKK û hemû dam û dezgehên PKKê ve girêdayî li dijê dewletbûna Kurdan e, ne hewceye ku behsa daxûyanî û helwesta PKKê di vê derbarê de bikin. Ji ber ku ev yek ji aliye PKKê ve gelek bi zelalî tê gotin. PKK dewletbûna Kurda wek damezirandina Îsrailek duyem dinirxîne û bi vê yeke ji nijadperestên Ereb behtir li Erûbetê xwedî derdikeve. Dewletbûna Kurda bi gotina Ocalan “ wek xencerekî li pişta Ereban“ dibine. Ne hevceye em bikevin nava van hûrguliyan. Kurtasî PKK li dijê dewletbûna Kurdaye û ji bo vê yeke jî tevdigere .

PKK wek dewletên dagirkerên herêmê heta ji wan behtir tehdit e li ser statûya başûrê Kurdistanê.

Duyem li rojavayê Kurdistanê PKK bi projeya rejima Suriye, Iraq û Îranê bû desthilat. Kurdan li rojavayê Kurdistanê hêdî hêdî ji hemû nirxên netewî dûr têxe. Rojavayê Kurdistanê vale kiriye û li gelek deverên rojava hêjmara ereban ji ya Kurdan bûriye , bi vê PKK encama siyaseta xwe ya qirêj ku bi navê Kurdan dike, demografiya rojavayê Kurdistanê têkbiriye. Li rojavayê Kurdistanê sembola Kurda Ala Kurdistanê qedexeye. Navê Kurdistanê bi karnaynin û ew navê dîrokî kirine bakurê rojavayê Suriye. Ji aliyek din ve li deverên ji dere Kurdistanê di şerê dijê DAÎŞê de wek leşkerên bi pere yên DYA şer dikin.  Bûn sedemê xwîna bi hezaran keç û lawên Kurd ji bo armancek  din û ne Kurdistanî.

Sêyem, PKK li rojhilatê Kurdistanê wek milisên rejima Îranê tevdigerin û dibin sedema bingehîn ya alozbûne tevgera Kurd li rojhilatê Kurdistanê. Gelek cara çekdarûn PKKê bi vê mebestê şerê pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê kirine.

Çarem,ji xwe li bakurê Kurdistanê ne hewceye ku mirov behsa siyaseta PKKê dirêjahî bike. Li bakurê Kurdistanê hestên netewî tekbirine, nahêlin tevgerek li ser xeta netewî pêş bikeve û nirxên civatê hemû tekbirine. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bûne dûvikê Kemalistan û çepên Tirk û di çerçoveya projekî li gel dewleta Kûr nirxên netewî yên Kurdistanî têkdibin. Li bakur vekirî xizmeta gotara ` Tirkiye welatê me yê hevbeş e, Dewleta Cumhuriyeta Tirkiye(TC) wek dewleta me ya hevbeş e û emê demokrasiye li ser bingehê cumhuriyete ava bikin“ dikin û bi vê uxirê de bakurê Kurdistanê ji Kurdbûnê dûr tûxin û bi  Tirkiye ve etegre dikin.

Bê guman mirov dikare bi sedan rûpelan behsa kiryar û xirabiyên PKKê bike. Lê ew kesên Rojevakurd bi dijitiya PKKê rexne dikin û Rojavakurd bi hevaltiya dijmin itham dikin, ji me behtir dizanin PKK çiye û çi aniye sere Kurdan û çewe roj bi roj tevgera azadixwaz a Kurdistanê aloz dike û li dijê hemû nirxên netewî û Kurdistanî tevdigere.

Ji bilî PKKê bi xwe hinek alî hene ku, xwe wek parêzgerên nirxên netewî didin nişandan , lê hevalbendiya PKKê dikin. Ew beşê Kurda nava çûvik digrin û tirsonekin û tu cara ji bo berjewendiyên xwe newêrin rexna li PKKê bikin û behsa xirabiyên wan bikin. Lê em kas  ku mecal û zanabûna xwe hewldidin nirxên netewî biparêzin û her tişta ku van nirxan tehdit bike li dij derkevin.

Rewşa me bi kurtasî eve û ji van sedemên me dayîn kifşkirin em behsa siyaseta PKKê dikin ku, kasî imkana xwe hestên netewî diparêzin. Mimkine em ji behre dilopek bin, lê ev ji deste me tê û em erka xwe ya netewî û Kurdistanî pêktînin.

26.10.2022

Karmendên Rojevakurd

Back to top button