Li hewşa mala xwe ya li Wanê de pêşangeh vekir

Şahwelat Kiliç ku li gundê Irişata Ercişa Wanê dijî, bêyî ku tu perwerdehiyeke peykertaşiyê bibîne, bi serê xwe fêrî hunera peykertaşiyê bûye û li peykerên xwe de sûd ji dîroka Kurd û Ermeniyan werdigre û li hewşa mala xwe de pêşangeheke peykertaşiyê vekiriye.

Hunermend Şahwelat dide zanîn ku ew hewl dide dîroka Kurd û Ermeniyan li hunera xwe de bikarbîne û got: Dema ku ez li ser peykereke dîrokî de dixebitim, ez jî diçim nava wê çîroka dîrokî û ez jî li wê dîrokê de dijîm. Bi taybetî dema ku lehengên şerwanan çêdikim ew gurz û tîr û kevan min jî têxin nava dîrokê û wê serdemê. Her wiha dema ku ez xewde bim gelek car xewnê wan lehengan dibînim.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: