Li Hewlêrê Serokwezîr bi şandeyeke balaya Amerîkayê re dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  roja 01.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya Amerîkayê ku li ser raspardeya Mike Pence cîgirê serokê Amerîkayê û bi armanca haydarbûn ji rewşa pêkhateyên cuda serdana  Herêma Kurdistanê kiriye, kir û pê re civiya.Şandeya balaya Amerîkayê ji; Mark Grin rêvebirê Ajansa Amerîkayî ya ji bo geşepêdana navdewletî, Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îreaqê, Jeff Voltenberg  endamê Kongiresê, Frank Wolf  endamê Kongiresê yê teqwîd, Sam Brownbarg şandiyê taybetiyê navdewletiyê Amerîkayê ji bo karûbarên azadiya olan, Ken Gross konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û hijmareke berpirsên din yên wî welatî pêkahtibû.Şandeya Amerîkayê rola xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanbê di pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan, tevî hebûna kirîzan, û pêkvejiyana pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hêvî xwestin ku asayîş û aramî vegere deverê û koçber û penaber bo ser mal û milkê xwe vegerin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeya balaya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û ew destpêşxeriya cîgirê serokê Amerîkayê bi giringî wesf kir û ji şandeya mêvan re got ku pêkhateyên cudayên li herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgiriya navdewletî heye da bawerî jê re vegere.Serowkezîr got ku pêkhateyan rih û rîşalên dîrokî yên kûr li Îraq û deverê hene û divê bawerî ji wan re bê dayîn daku li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin û neçine derveyî welêt.Pirosesa siyasî li Îraqê, encamên hilbijaeritna parlamentoya Îraqê, rewşa emnî ye deverê û hevkariyên Amerîkayê ji bo penaber û koçberan û çawaniya pêşdebirina saziyên hikûmetê çend mjarên din yên civînê bûn.Di civînê de ji aliyê Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya herêma Kurdistanê û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetê amadebûn.

Nerîna min :