Li Hewlêrê komkujiya Roboskî hate bîranîn
Li Bajarê Hewlêrê bi beşdariya hijmareke zêde ji Şîniyên Bajarê û bi amadebûna her yek ji Nunerê xelkê Roboskî Azad Goyî û Hunermen Şiwan Perwer komkujiya Roboskî hate bibîranîn.
Di merasima bîranîna han de Nunerê xelkê Roboskî Azad goyî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, her çend salek li ser vê komkujiya han derbas dibe lê hîn jî heta niha Hikûmeta Tirkiyeyê di derbarê eşkere kirin û darizandina faêlên vê komkujiya han de ti gavek navêtiye.
Nav hatî herwiha spasiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, her di yekem roja komkujiya han de heta dawî li gel wan bû û hevkariyên pêwîst jî pêşkêşî wan kirin.
Her di vê merasima han de Hunermend Şiwan Perwer jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, xema xelkê Roboskî xemê tevahiya meye û dibe dewleta Tirkiyeyê faêlên vê komkujiya han eşkere û dadgehî bike û dadwerî were sepandin.
(KTV)