Li Hewlêrê îsal 130 xwendingeh hatine nûjen kirin
Birêveberiya Perwerdeya Nawendî ya Hewlêrê ya ser bi Birêveberiya Perwerdeya Giştî ya Hewlêr, sînorekî berfirehê warê perwerdehiyê ve li xwe digre ku ji çendîn xwendingehan pêkhatiye.
Mamosta Hemed Emîn Nawpirdanî Birêveberê vê Birêveberiyê ye, li dawiya demsala yekem de behsa çend aliyek kir û got: Cihê xweşhaliyê ye me kariye hemû pêdiviyan ji bo xwendekaran dabîn bikîn, hêvîdarim li ceribandinan de serkeftî bin. Di derbarê hejmara xwendingehên vê sînorê jî balkişand li ser wê yekê ku 261 xwendingehên bingehîn, 77 amadehî, 7 paşnavendî, 38 baxçeyê zarokan ku ji 22 baxçe dû dewamin, 9 pîşeyî, 8 xwendina bi lez, 2 navendên perwerdehiya taybet li xwe digre.
Her wiha Nawpirdanî balkişand li ser wê yekê ku avahiyên nû têne dirust kirin li wan cihan ku pêwîstiya wan pê heye her wiha nûjenkirina avahiyan bi berdewame û îsal 130 xwendingeh hatine nûjen kirin.