CîhanPolîtîk

Li Hewlêrê Amerîka û Kurdistan pirsa azadkirina Mûsilê gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.09.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li senator Martin Henrech ji komîteya karûbarên leşkerî li Senatora Amerîkayê, Doglas Silêman balyozê nû yê Amerîkayê li Îraqê û Ken Gros konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Şandeya mêvan li hember serdana bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa rewşa cenga dijî terorîstên DAÎŞê, serketinên mezinên pêşmergeyê Kurdistanê li hemû bereyên şerê dijî terorê, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina wan ji aliyê xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û pêşkeşkirina xizmetê pêwîst ji wan re, kir û di vê çarçoveyê de rola xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand.Şandeya Amerîkayê tekîd li ser berfirehkirin û xurtkirina têkeliyên navbera Herêma Kurditan û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahiya destbikarbûna balyozê nû yê Amerîkayê li Îraqê kir û ji kar û xebatên wî re hêviya serketê xwest.Serokwezîr li ser navê Herêma Kurdistanê sipasiya serok, gel û hikûmeta Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û mirovî de hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û dikin û wan alîkariyên Amerîkayê wisa kir ku terazûya cenga dijî terorê di berşewendiya pêşmergeyê Kurdistanê de bê guhertin.Barzanî ji şandeya mêvan re behsa serdanan xwe û şandeya pê re bo Bexdayê û civînên bi serokwezîr û berpirsên balayên hikûmeta Îraqê re kir û di heman demê de tekîd lis er zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê de kir.Operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞ di civînê de hat gotûbêj kirin û her du alî hevbîr bûn ku pirsa bajarê Mûsilê bi tenê bi rêya leşkerî çaresr nabe, lê giringe aliyê siyasî û mirovî jî li ber çavan bê girtin û di vî warî de divê hevarî û hevahengiyeke timam di navbera Herêma Kuridtsn, hikûmeta Îraqa federal û Hevpeymanan de hebe, bi taybetî piştî azadkirina bajêr pêwîste aşitî di navera pêkhateyên bajarê Mûsilê de cîbigire û hemû di rewşeke aram de bijîn.

Back to top button