CivakRojev

Li Hewlêr bi fûzeyan êrîş kirin

Li hewlêr bi roketan êrîş kirin, kesên êrîş kirîn nenasin hêja tu aliyekî li vê êrîşê xwedî derneketiye. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûne.

Li gora hinek çavkaniya êrîş ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye kirin.Di derbarê êrîşê de tu agahdariyek zêde tuneye. Lê tê zanîn ky 8 fûze avatine û ev fûze nêzikî balafirxaneya Hewlêr ketine.

Derbarê êrişan de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku îşev Duşemê 15ê Sibata 2021an seat derdora 21:30 hejmarek mûşek aresteyê Hewlêrê hatine kirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xelkê dike ku îşev ji malên xwe dernekevin.

Li gor zanyariyan du mûşek ber bi Konsulxaneya Amerîkî hatine avêtin, lê ew mûşek hatine têkbirin.

Rûpela Dije-Terora Kurdistanê ragihand ku du mûşek li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê û mûşekek jî di ser balafigehê re derbas bû.

Mûşekên din li taxên Naz City, Bextiyarî û Qada Ajalan ketine xwarê.

Li gor daxuyaniya wezaretê derbarê êrişê lêkolîn berdewam in.

Ev cara ewilê ku êrîşek bi vîawayî li cihê nişteciyan tê kirin.

Back to top button