Polîtîk

Li hevkirin yan nakokî heye ?

Hikûmeta Tikriyeyê piştî 8 salan rê da Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û parêzerên wî hevdîtin bikin.

Parêzerên Ocalanî li Stenbolê bi kombûneka rojnamevanî naveroka hevdîtina xwe eşkere kirin lê piştî 4 rojan.
Lewra hevdîtin di 2ê Gulanê de çêbûbû û roja eşkerekirina hevdîtinê jî 6 Gulanê bû. Nayê zanîn di wan 4 rojan de çi rû da û kî çavereya çi kir?

Di belgeya ko ji aliyê Ocalan û 3 zindaniyên din ve hatiye nivîsandin de Ocalan ji bo dawîkirina girevên birçîbûnê bangek zelal nake. Lê li ser rojavayê Kurdistanê banga wî zelal e. Ocalan dibêje divê HSD xem û hestyariyên Tirkiyeyê paşguh nexe. Rêberê PKKyê herwiha şerî red dike û dixwaze pêvajoya çareseriyê careke din destpê bike.

Koma Civakên Kurdistanê KCK jî li ser hevdîtinê daxûyaniyek lezgîn da û ragihand: Tecrîda li ser Ocalanî ranebûye û dive girevên birçîbûnê berdewam be. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber berxwedana wan tengav bûye û dixwaze bi vê hevdîtinê zexta li ser xwe kêm bike.

KCK daxûyaniyeke bi vî rengî lezgîn, di 13ê Kanûna Paşînê, piştî hevdîtina Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalanî jî dabû û hevdîtina wan wekî lîstika hikûmeta Tirkiyeyê penase kiribû.

Diyar e KCK li ser girvên birçîbûnê rijd e û ji gotina xwe nayê xwar. Endamê Desteya Rêveber ê PKKyê Duran Kallan jî hefteya borî gotibû ewê digel girevên birçîbûnê şerî dijwartir bikin.

Zelal niye di navbera daxûyaniyên Ocalan û KCKyê de lihevkirin an jî nakokiyek ciddî heye an na? Lê ev mesele dê bi berdewambûna hevdîtinên Ocalan û belavbûna peyamên wî zelaltir bibe.

 

Back to top button