CivakRojev

Li Herêma Kurdistanê 4 bendav tên çêkirin

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê diyar kir ku ewê li Rêveberiya Herêma Kurdistanê pirsgirêka kêmbûna avê li hin herêman bi çêkirina 4 bendavan çareser bikin.

Yek ji wan bendavan jî wê li herêma Pişderê bi navê “Bendava Dalga” bê çêkirin û pirsgirêka kêmbûna avê ya li Kaladze û derdora wê çareser bike.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Soran Omer ragihand ku Iraqê li ser avakirina 4 bendavên Herêma Kurdistanê (bendava Wada li Pişder, bendava Mandawa li Hewlêrê, bendava Teqteq, bendava Bekrman li Duhokê) razî bûye.

Hat destnîşankirin ku ji bo destpêkirina çêkirina 4 bendavan gav hatin avêtin.

Back to top button