Li hember 2 pêşmergeyan Sûriye 4 leşkerên xwe dixwaze
Cîgirê wezîrê pêşmergeyê herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku ew du pêşmegeyên di meha borî de sînor derbas kiribûn û ji aliyê hikûmeta Sûrî ve hatibûn girtin hêşta li Sûriyeyê girtî ne û hikûmeta sûrî li hember azadkirina wan daxwaza teslîmkiirna 4 leşkerên xwe ku, ku beriya heyamekî ji Sûryayê reviyane Îraqê û xwe teslîmî hikûmeta Îraqê kirine, dike.
Enwer Hacî Osman cîgirê wezîrê pêşmergeyê herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Berî heyamekî 4 leşkerên sûrî ji nav rêzên leşkerê Sûriyayê ber bi Îraqê reviyane û xwe teslîmî hikûmeta Îraqê kiriye. Li hember azadkirina 2 pêşmegeyan hikûmeta sûrîdaxwaza teslîmkirina wan 4 serbazan dike. Ji ber hindê heta nuha hemû xebatên ji bo azadkriina wan du pêşmergeyan hatine kirin, bê encam bûne.
Weke tê zanî di 23ê meha borî de, wezareta pêşmerge di daxuyaniyekê de ragehandibû ku 2 pêşmergeyan sînorê derbas kiriye û ji aliyê hikûmeta Sûryeyê ve bi çek ve hatine girtin