Polîtîk

Li Helebê jimara Kurdan û ya gundên wan

Di sala 1990-91ê de civînek bi beşdarbûna Kurdên her çar beşên Kurdistanê li salona Pirtûkxaneya KISTAyê (Şîsta) hebû ku dikeve Bakûrê Stockholma paytexta Swêdê. Naveroka civînê li ser xwezaya Kurdistanê bû. Kesekî ku navê wê nayê bûra min, li ser navê Kurdên Rojavayê Kurdistanê peyivî û behsa ku tenê Qamîşlo û Amûd Kurdistan e kir.

Min jî ji wî camêrî, pirsa bajarê Helebê kir ku ew der jî ma ne axa Kurdistanê ye?

Camêr xwe zirtikand û wî jî mîna Prof. Yalçin Kuçuk peyvên bêxwê ji min re gotin. Bi wê axaftinê, êdî her kesî nasnameya wî ya rastîn fêm kir!

Lê vaye biraderekî me bi navê Omer Brahîm, lêkolînek di Arşîva Rusyayê ya Wezareta Derve de li ser bajarê Helebê kiriye. Wek mesela ku dibêjin: ”Giya di binê tehtan de namîne” hêja Omer jî ew mesele zelal kiriye û bi kurtî ev encam derxistiye holê:

Konsûlatê Rûsyaya Çar Vladimir Vladimiroviç di 1913an de dema li bajarê Helebê bûye, raporek li ser Kurdan hinartiye welatê xwe. Konsulatî Zimanê Kurdî, yê Osmanî û Erebî zanibûye.

Di raporê de, diyar kiriye ku jimara gundên Kurdan ên girêdayê bi parêzgeha Helebê ve 1046 û nifûsa Kurdan jî li wan gundan 123.959 bûye. Lê kurdên niştecihê li nava bajara Helebê, ne di nava vê jimarê de bûne.

Gelo niha çend Kurd û çend gundên wan li temamiya Helebî mane?

Spas ji bo biraderê me Omer ku ev agahdarî gehandiye Medyaya Kurdî…

Stockholm 25/ 05/ 2020

Zeynelabidin Zinar

Back to top button