Li Helebçe rê nadin rojnamevan çavdêriya hilbijartinê bikin

Li Helebçeya şehîd rê nadin rojnamevan û peyamnêrên kanalên ragihandinê çavdêriya hilbijartinê bikin û hejmareke zêdeyê dengderan jî hatine binkeyê.

Li gor zanyariyan ku berpirsên binkeyê tenê bi wê mercê rê didin rojnamevanan ku biçin nav binkeya dengdanê ya Bûrhan a li Helebçeya şehîd ku kamêrayên xwe nebin jûr ve û piştî temaşekirina mohra elektronî ku bûye sedema dirûstbûna qerebalixiyeke yekcar mezin vegerin derve. 

Li Helebçeyê bi tenê binkeya xwêndingeha Burhan, dengdana taybet têda tê encamdan û 1183 kes têda deng didin. 

Mohra elektronî ji bo forma dengdanê li rêya amûrekî taybet ve ku nûtirîn sîsteme komîsyon îsal peyrew dike, pirsgirêka bi giran birêveçûna pêvajoyê dirustkiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: