Polîtîk
Li Helebçe civîna nehiştina çekên kîmyayî
Encûmena Wezîrên Iraqê biryar da li bajarê Helebçeya Şehîd mîhvandariya civîna Herêmî ya nehiştina çekên kîmyayî bê sazkirin.
Encûmena Wezîrên Iraqê li beyannameyek da di derbarê biryarên dawî ya civîna heftane ku bi Serokayetiya Nurî Malîkî birêveçû, ragihand: “Encûmena Wezîrên Iraqê biryarê da li bajarê Helebçeyê Şehîd mîhvandariya xula sêzdehema civîna Herêmî ya nehiştina çekên kîmyayî saz bike û budçeyekî taybet ji bo sazkirina vê civînê terxan bike. Heman demî de lîjneyek ji Wezaretên Derve û zanist û teknelojiya Iraqê ji bo amadekariya vê civînê pêkbîne”.