CîhanRojev

Li Fasê hêjmara miriya zêde dibe

Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihand ku hejmara kesên di erdheja bi lerza 7an de ku navenda wê li herêma El-Huz a Marakeşê bû jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 12 kesan..

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di erdhejê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 12an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 59an ku 1404 jê giran e.

Melîkê Fasê Mihemed 6. jî piştî erdheja ku duh bi şev pêk hat û bû sedema mirina gelek kesan, li welêt 3 roj şîn ragihand.

Back to top button