CîhanRojev

Li Fasê bi pileya 7 erdhejek pêk hat!

Li welatê Fasê( Mexrib, Maroko) yê Bakurê Afrîkayê bi lerza 7an erdhejek pêk hat. Navenda erdheja ku di demjimêr 23.10an de pêk hatî bajarê Marrakech e. Li gorî agahiyên destpêkê di erdheja ku li gelek bajaran wêranî pêk hat de 296 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ewil di erdheja bi lerza 7an de 296 kesan jiyana xwe ji dest dan.Enstîtuya Jeofîzîkê ya Neteweyî ya Fasê ragihand ku li welêt erdhejeke bi lerza 7an pêk hatiye. Enstîtuyê diyar kir ku navenda erdheja ku 8 kîlometre di bin erdê de pêk hat, herêma El-Huz a Marakeşê ya li bakurê welêt e.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê da hat ragihandin ku di erdheja ku li gelek bajarên welêt hat hîskirin de li gor tesbîtên ewil 296 kes mirin û 153 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku Marrakech, Azilal, Agadir, Varzazat û Chichaoua di nav bajarên ku mirin lê qewimîn de ne.

Tîmên rizgarkirinê yên li Fasê hewl didin kesên di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mane rizgar bikin.

Back to top button